Tebax 22, 2021 23:40 Asia/Tehran
  • Li Meksîkayê ji ber bakurofê 8 kes mirin

Li rojavayê Meksîkayê bakurofeya Grace ya tropîk bû sedem ku 8 kes jiyana xwe ji dest bidin û rayedaran ragehand, barîna baranên tund jî dê berdewam bike.

Li gor çapemeniya Meksîkayê bakurofeya Grace di rêza sêyem de ye û di saetekê de heta 200 kîlometran leza wê heye û li eyaleta Veracruz gelek bi bandor bûye.

Hat ragehandin ji ber wê bakurofeyê baranên tund barîne û di encama hilweşandinên avahî û tiştên din de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rayedaraên Meksîkayê ragehandin dê barîna baranên tund berdewam bike û ji ber wê jî hişyarî dan.

Serepeyv