Li Nîjerê di êrîşekî de 17 kesên sivîl hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328428-li_nîjerê_di_êrîşekî_de_17_kesên_sivîl_hatin_kuştin
Li rojavayê Nîjerê di êrîşekî de 17 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 22, 2021 18:59 Asia/Tehran
  • Li Nîjerê di êrîşekî de 17 kesên sivîl hatin kuştin

Li rojavayê Nîjerê di êrîşekî de 17 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina civaka sîvîl a bi navê Urgence Tillaberi ragehand, li gundê Theim a li herêma Tillaberi şeva borî ji aliyê kesên çekdar ên nasnama wan nediyar ve êrîşek pêkhatiye û di wê êrîşa terorîstî de 17 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane, 4 kes jî birîndar bûne.

Roja 16ê Tebaxê jî li gundê Darey Dey ê ser bi herêma Tillaberi êrîşek pêkhatibû û 37 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştî wê êrîşê şîna netewî ji bo 48 saetan hatibû ragehandin.