NATO: Bêhtirî 18 hezar kes ji Kabulê hatine derxistin
Karbidestekî NATO'yê duh 20.08.2021ê ragihand ku ji dema kontrola Talîbanê ya ser paytexta Afganistanê Kabulê vir ve pirtir ji 18 hezar kesan ji wî bajarî hatine derxistin.
Li gorî nûçeya Basnewsê, Wî karbidestî herwiha got ku ewê hewilên derxistinê mirovan zêdetir bikin.
Karbidestê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Reuters'ê re got ku bi hezaran efxanîyên bêhêvî ku dixwazin ji welêt birevin hîn jî li firîngehê dicivin.
Jêderên xwecîhî bal dikşînin ku Talîban nahêle kesên bê vîza yan belgeyên rêwîtîyê yên qanûnî xwe bigihînin firîngehê.
Dîdevanekî din jî ragihand ku nêzî xwepêşandaneke li Kabulê gule hatine avêtin, lê paşê hat fahmkirin ku çekdarên Talîbanê gule reşandine esmên.
Karbidestên NATO û yên Talîbanê da zanîn ku ji roja Yekşemê vir ve Kabul bi giştî aram e, lê li firîngeh û dora wê heta niha 12 kes hatine kuştin.