Tebax 18, 2021 16:07 Asia/Tehran
  • Li Etiyopyayê ji ber rabûna lehiyê 7 kesan canê xwe ji dest dan

Li paytexta Etiyopyayê Addis Ababa ji ber rabûna lehiyê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Komîsyona Rewşên Lezîn, Şewat û Rizgarkirinê ya Addis Ababa, duh êvari baranên tund barîne û piştre jî li gel wan baranan lehî rabûye.

Herwaha li gor daxuyaniya heman saziyê ji ber lehiyê 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.

Hat ragehandin ji ber lehiyê gelek mal hilweşiyane û gelek kes jî winda bûne û ji bo lêgerînên rizgar kirina wan kesan xebat hatine destpê kirin.

Serepeyv