Tebax 18, 2021 10:12 Asia/Tehran
  • Bush: Ez jiber rewşa Efxanistanê xemgîn im

Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush dîyar kir ku ew û xanima yekê ya berê Laura Bush ji ber rewişa Exganistanê ‘’pir xemgîn’’ bûne.

George Bush bi daxuyanîyekê aşkere kiriye, ew ji ber rûdanên li Efxanistanê gelekî xemgîn in.

Herwiha Bush di daxuyanîyê de da zanîn ku ew û Laura ‘’bûyerên trajîk’’ yên li Efxanistanê bi xemgînî dişopînin.

Serokê berê yê Amerîkayê dîyar kir ku ew bo efxanên êş kişandine û bo Amerîkî û hevalbendên NATO yên fedakarî kirine ‘’xemên giran’’ dikişînin.

Roja yekşemê 15.08.2021ê çekdarên Talîbanê ketin nava paytextê Efxanistanê Kabulê û Serokê Efxanistanê Eşref Xenî ji Efxanistanê reviya û çû Tacikistanê û bi wî awayî Talîbanê dest danî ser hemû xaka Efxanistanê.

Ligor rêkeftina Amerkîayê û Koma Talîbanê hêzên Amerîkayê wê di destpêka meha Îlonê de ji Efxanistanê vekişiyana lêbelê, Amerîkayê bi lezî tevgeriya û gelek hêzên xwe ji Amerîkayê vekişandin.

Talîban tevgereke tûnderew a çekdarî ya Efxanistanê ye. Di sala 1996an de Efxanistan kontrol kir û di sala 2001ê de Artêşa Amerîka bi destûra George W. Bush serokomarê wê demê yê Amerîkayê û welatên endamên NATOyê bi êrîşa ser Efxanistanê rejima Talîbanê hat rûxandin.

Serepeyv