Uzbekistan: Me balafireke leşkerî ya Efxanistanê xist xwarê
Wezareta Berevaniya Uzbekistanê ragihand ku balafireke şer a Efxanistanê li herêma Surhanderya ji aliyê wan ve hate xistin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Wezareta Berevaniya Uzbekistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan balafireke Efxanistanê bi sedema ku sînorê asmanî binpê kiriye xistine xwarê.
Li gor daxuyaniyê, balafira hêzên lşekerî ya Efxanî ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya Uzbekistanê ve li herêma Surhanderya hate xistin.
Di nûçeya portala Gazeta.uz de hat ragihandin ku du leşkerên Efxanî yên di balafirê de birîndar bûn û bo nexweşxaneya li Tirmiziyê hatine veguhestin.
“Efserekî firokeyek revand”
Li gorî îdîayekê, efserekî ji artêşa Efxanistanê balafirek revand. Hîn nayê zanîn ka ev firokeya ku Uzbekistanê xistiye yan yeke din e. Lêbelê, li gorî îdîayan, balafira ku hatiye revandin heman balafir e ku hatiye xistin.
84 leşkerên Efxan ji ber Talibanê revîn û xwe spartin Uzbekistanê
Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Uzbekistanê de hat eşkerekirin, 3 jê birîndar bi tevahî 84 leşkerên ji yekîneyên parastina sînorê Efxanistanê duh bi şev sînor binpê kirin û derbasî Uzbekistanê bûn.
Hat diyarkirin, alîkariya tibî ji bo leşkerşn Efxan hat kirin. Her wiha hat diyarkirin, leşkerên Efxan ji bo demeke berwext li ciyekî hatin bicihkirin.
Herwiha hat îdiakirin, alîkarê berê yê Serokomarê Efxanistanê Mareşal Raşîd Dostûm jî derbasî Uzbekistanê bû. Lê Wezareta Navxwe ya Uzbekistanê ev mijar zelal nekir.
Sînorê Efxanistanê yê bi Uzbekistanê re 144 kîlometre ye.
Berî niha jî zêdeyî 100 leşkerên Efxanistanê ji ber Talibanê revîbûn û xwe spartibûn Uzbekistanê.