Trump serweriya Talîbanê ya li Efxanistanê weke mezintirîn şikestina Amerîkayê bi nav kir
Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump serweriya Talîbanê ya li Efxanistanê weke mezintirîn şikestina Amerîkayê bi nav kir ku serokomarê vê demê yê Amerîkayê Joe Biden bûye sedame wê.
Li gorî malpera Hill serokomarê berê yê Amerîkayê, yê ku di dema wî de biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Efganistanê de hate dayîn, di daxuyaniyekê de got, ."Tiştê ku Joe Biden anî serê Efganistanê dê bibe yek ji şikestinên herî mezin di dîroka Amerîkayê de,"
Donald Trump di vê daxuyaniyê de daxwaza dest ji kar vekişîna Serokê Amerîkayê Joe Biden kir.
Herwiha Donald Trump di wê daxuyaniyê de dibêje siyaseta Joe Biden di pirsên Efxanistanê û vîrûsa Koronayê de şikest xwariye.
Ev daxyaniya Donald Trump di demekê daye ku wî bi xwe ligel Talîbanê dest bi diyalogê kir û biryara vekişîna hêzên xwe ji Efxanistanê wergirt.
Duhê roja yekşemê 15.08.2021ê çekdarên Talîbanê ketin nava paytextê Efxanistanê Kabulê û Serokê Efxanistanê Eşref Xenî ji Efxanistanê derket û çû Tacikistanê û wer diyar eji wir jî çûye welatekî din wek Omanê û bi wî awayî Talîbanê dest danî ser hemû xaka Efxanistanê.
Herwiha hate ragihand ku talîban kete balyozxana Amerîkayê li Kabulê û ala vî welatî anî xwarê.
Ligor rêkeftina Amerkîayê û Talîbanê hêzên Amerîkayê wê di destpêka meha Îlonê de ji Efxanistanê vekişiyana lêbelê, Amerîkayê bi lezî tevgeriya û gelek hêzên xwe ji Amerîkayê vekişandine.
Talîban tevgereke tûnderew a çekdarî ya Efxanistanê ye. Di sala 1996an de Efxanistan kontrol kir û di sala 2001ê de bi êrîşên Amerîka û welatên endamên NATOyê rejima Talîbanê hat rûxandin.