Tebax 16, 2021 10:07 Asia/Tehran
  • Eşref Ghenî li Uzbekistanê ye

Kanala Al Jazeera ji parêzvanê Serokê Efganistanê yê reviyayî Mihemed Eşref Ghenî çûyîna wî ya Uzbekistanê kir.

Li gorî Al-Jazeera, wekî yek ji parêzvanên Eşref Ghenî dibêje ew ji bo pêşîgirtina tundûtûjiyê ji Efganistanê derketiye, Wî herwiha got ku bi Eşref Ghenî re jina wî, serokê ofîsa wî û Hamdullah Muhib, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Efganistanê jî çûne Taşkentê paytexta Uzbekistanê.

Berî viya hatibû ragihandin ku Eşref Ghenî çûye Tacîkistanê.

Bê guman, rojnama Tacîkistanê Aisha Plus jî ragihand ku Serokkomarê Efganistanê ji Tacikistanê çû welatekî din.

Çavkaniyek agahdar li Omanê jî nûçeyên medya Efganistanê ku digot Eşref Ghenî gihîştiye Omanê derewand.

Piştî revîna ji welêt, serokê Efganistanê Mihemed Eşref Ghenî şeva Yekşema borî di peyamekê de li ser medyaya civakî ragihand ku wî welat terikandiye ji bo rêgirtin li ber wêranî û karesata mezin a mirovî û rijandina xwînê.

Koma Talîbanê qesra serokkomariya Efganistanê ya li paytext Kabulê xist bin kontrola xwe û banga ewlehiyê li bajar û bajarên din kirin.

Serepeyv