Tebax 15, 2021 00:29 Asia/Tehran
  • Mezarşerîf kete destê Koma Taliban

Koma Talîbanê îro Şemiyê kontrola bajarê Mezarşerîf li bakurê Efganistanê ku bi dijwarî dihat parastin xiste destê xwe.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahid li ser twîttera xwe nivîsî ku endamên komê Mezarşefîf, navenda parêzgeha Belxê bi tevahî xistine bin kontrola xwe.

Kontrola Mezarşerîf ji aliyê Talîbanê, çaremîn bajarê herî mezin ê Efganistanê ye ku hêzên ewlehiya vî welatî soz û peyman danîbûn ji bo parastina wan çi ji destê wan tê bikin, kontrola koma Taliban li ser tevahiya bakurê Efganistanê û her diçe tixûba hikûmeta vî welatî li navend û rojhilata Efganistanê tengtir dike.

Talîbanê di van rojên dawîn de pêşketinên ber bi çav bidest xistine, Herat û Qendehar, duyemîn û sêyemîn bajarên herî mezin ên Efganistanê girtin. Koma Talibanê niha nêzî 20 parêzgehan ji 34 parêzgehên Afganistanê kontrol dike, û hukumeta ku Rojava piştgiriyê dide wan çend parêzgehên li navend û rojhilat û her weha Kabul kontrol dike.

Serepeyv