Wezîrê Brîtanya: Efganistan vediguhere navenda tundrawan, dibe ku em vegerin
Wezîrê parastinê yê Brîtanyayê li ser rewşa Efganistanê metirsiyên xwe anî ziman û hişyarî da ku Efganistan veguhere navenda tundrawan û li ser welatên rojavayî gefan çêbike.
Li gorî Reutersê, wezîrê parastinê yê Brîtanyayê Ben Wallace got, “Efganistan vediguhere welatekî binketî ku dibe komên tundraw yên mîna El-Qaîde lê bi hêsanî bi cih bibin, dibe ku careke din li ser welatên rojavayî gefan çêbike.”
Wallace li ser rewşa Efgfanistanê fikarên xwe anî ziman û pêşbîn kir ku El-Qaîde dê vegere wir.
Wallace her wiha got: “Efganistan ber bi şerê navxweyî ve diçe. Divê welatên rojavayî fêm bikin ku Talîban ne tenê hêzek e, lê belê di bin navê Talîban de gelek aliyên hevrik hene.”
Wallace destnîşan kir ku ger Talîban dest bi hewandina El-Qaîdeyê bike, dibe ku ew vegerin Efganistanê.
Hêjayî gotinê ye ku Amerîka û Brîtanya û endamên NATOyê eva 20 salin ku Efganistan dagir kirin û hikûmet ji destê koma Taliban derxistin, lê ti hewldaneke cidî ji bo tunekirina vê tevgerê û bihêzkirina artêş û hêzên ewlehiya Efganistanê nekirin, da ku li pêşerojê ji bo berjiwendiyên xwe li herêmê jê îstifade bikin û niha jî bi derxistina hêzên xwe gelên efgan li hemberî vê komê tenê hêştine.