Tebax 13, 2021 12:39 Asia/Tehran
  • Destyarê Wezîrê karên derve yê Îranê: Dîplomat li nav konsûlxaneya Îranê li Herata Efxanistanê ne

Destyarê Wezîrê karên derve û Rêveberê giştî yê Asyaya Rojava ya Wezareta karên derve ya Îranê qala têkiliya berdewam digel serkonsûlxaneya Îranê li Herata Efxanistanê kir û destnîşan nkir: Hêzên rêvebirê bajêr soz dane ku ewlehiya tam a serkonsûlgerî, dîplomat û kedkarên wê biparêzin.

Seyid Resûl Mûsewî, Destyarê Wezîrê karên derve û Rêveberê giştî yê Asyaya Rojava ya Wezareta karên derve ya Îranê roja Îniyê li ser hesaba xwe ya Twitterê tevî amajeya bi vêya ku rêveberiya Herata Efxanistanê ketiye destê hêzên Talibanê, nivîsî: Serkonsûl, dîplomat û kedkarên Serkonsûlgeriya Komara Îslamî ya Îranê li nav avahiyê ne û em berdewam bi wan ra di têkiliyê da ne.

Destyarê Wezîrê karên derve û Rêveberê giştî yê Asyaya Rojava ya Wezareta karên derve ya Îranê her wiha nivîsî: Hêzên rêvebirê bajêr soz dane ku ewlehiya tam a serkonsûlgerî, dîplomat û kedkarên wê biparêzin.

Bajarê Herata Efxanistanê berêvara duh kete bin kontrola hêzên Talibanê.

 

Serepeyv