Li Rûsyayê helîkoptera ku turîst tê de bûn ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328230-li_rûsyayê_helîkoptera_ku_turîst_tê_de_bûn_ket
Li herêma Kamçatka ya li rojhilatê Rûsyayê helîkoptera bi cureya Mi-8 ket û ji 16 kesên ku di helîkopterê de bûn 8 kes jê hatin rizgar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 12, 2021 21:39 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê helîkoptera ku turîst tê de bûn ket

Li herêma Kamçatka ya li rojhilatê Rûsyayê helîkoptera bi cureya Mi-8 ket û ji 16 kesên ku di helîkopterê de bûn 8 kes jê hatin rizgar kirin.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ragehand, helîkoptera ku turîst têdebûn a cureya Mi-8 ketiye gola Kuril a li Kamçatkayê.

Daxuyaniyê de hat ragehandin tîmên rizgar kirinê geheştine cîhê bûyerê û 3 jê karmend, bi giştî 8 kes hatine rizgar kirin û 8 kesên din jî winda ne.

Hat ragehandin lêgerîn û xebata rizgarkirina 8 kesên din berdewam e.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin.