Tebax 13, 2021 02:09 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê helîkoptera ku turîst tê de bûn ket

Li herêma Kamçatka ya li rojhilatê Rûsyayê helîkoptera bi cureya Mi-8 ket û ji 16 kesên ku di helîkopterê de bûn 8 kes jê hatin rizgar kirin.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ragehand, helîkoptera ku turîst têdebûn a cureya Mi-8 ketiye gola Kuril a li Kamçatkayê.

Daxuyaniyê de hat ragehandin tîmên rizgar kirinê geheştine cîhê bûyerê û 3 jê karmend, bi giştî 8 kes hatine rizgar kirin û 8 kesên din jî winda ne.

Hat ragehandin lêgerîn û xebata rizgarkirina 8 kesên din berdewam e.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin.

Serepeyv