Koma Talîbanê dest danî ser wîlayeta Qunduz a Efxanistanê
Çekdarên Koma Talibanê wîlayeta Qunduzê ya li bakurê Efxanistanê kontrol kirin.
Îro roja yekşemê 08.08.2021ê koma Talîbanê ragihandiye wan kariye navenda parêzgeha Qunduzê bajarê Qunduzê kontrol bikin.
Beriya bi çend rojan endamê encûmena parêzgeha Qunduzê Amredîn Walî ji medyayê re aşkere kiribû hêzên hikûmetê li bajarê Qunduzê ligel Talîbanê şerê kolan bi kolanan dike.
Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê û NATOyê ji Efxanistanê, Talîbanê êrîşên xwe zêdetir kirin û di destpêka meha Tîrmehê de Talîbanê ragihandibû ku %85ê xaka Efxanistanê ketiye bin kontrola wan.
Li gor rêkeftina Amerîkayê û Talîbanê hêzên Amerîkayê wê di destpêka meha Îlonê de ji Efxanistanê vekişiyana lêbelê, Amerîkayê bi lezî tevgeriya û gelek hêzên xwe ji Efxanistanê vekişandine.
Talîban tevgereke tûnderew a çekdarî ya Efxanistanê ye. Di sala 1996an de Efxanistan kontrol kir û di sala 2001ê de bi êrîşên Amerîka û welatên endamên NATOyê rejima Talîbanê hat rûxandin.