Li Bengladeşê brûskê li dawetekî da û 17 kes mirin
Tebax 06, 2021 11:59 Asia/Tehran
Di bahewa de guhertinên çêdibin li çar aliyê cîhanê dibe sedemê bûyerên metirsîdar û duh li Bengladeşê brûskê li dawetekê da û di encamê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li perava çemê Padma ya li bajarokê Şîbganj a ser bi herêma Çapaynawabganjê ku dikeve bakurê rojavayê welat brûskê lêda.
Rayedarê ewlehiyê Md Farid Huseyn ji ajansa Anadolu re ragehand, li bajarokê Şîbganjê di dawetekê de dema ku qerebalixê xwe ji bakurofeyê diparast brûskê li wê qerebalixê da û di encamê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Huseyn got, zawa jî di nav de 7-8 kesên ku xwestin bi qayîxekî çem jî derbas bin birîndar bûne.
Wî herwaha got ku kesên ku jiyana xwe ji dest dane 5 kes ji wan jin in û nasnamên wan kesan hîn nehatiye diyar kirin.