Tebax 03, 2021 17:32 Asia/Tehran
  • Îdiaya nû ya Amerîkayê derbarê gotûbêjên Lihevkirina Navokî li Viyenê

Wezîrê karên derve yê berê yê Amerîkayê bêyî amajeya bi derketina neqanûnî û yekalî ya vî welatî ji Lihevkirina Navokî, îdia kir, dewama gotûbêjên Viyenê derbarê vejiyandina vê lihevkirina navokî bêfeyde ye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Mayk Pompêo, Wezîrê karên derve yê berê yê Amerîkayê bi hevrêtiya siyonîstan û dubarekirina îdiayên bêbingeh ên wan li dijî Îranê di mijara keştiya êrîşlêketî li deryaya Omanê, daxwaza rawestandina gotûbêjên Lihevkirina Navokî li Viyenê kir.

Ev di halekî da ye ku Muhemed Cewad Zerîf wezîrê derve yê Îranê di şeşemîn salvegera pesendkirina Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiya NY da, bi nameyekê bo Antoniyo Gotêrêş sekreterê giştî yê NY bi gotina vê yekê ku dewleta Amerîkayê heta niha berovajiya biryarnameyên NY, tu yek ji sozên xwe yên derheqê Lihevkirina Navokî cih neanîne, tevahiya bêsoziyên aliyên rojavayî wek belge di sekreterxaneya NY da tomar kirin.

 

Serepeyv