Tîrmeh 27, 2021 22:14 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê bahoza xîzê bû sedemê qezayeke zincîrî a trafîkê û 7 kes mirin

Li eyaleta Utah a Amerîkayê 20 wesayîtan bi awayekî zincîrî li hev ketin û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya dewriyeya rê ya Utahê, li naverasta rojavayê Amerîkayê ji ber bahoza xîzê ya bi bandor, mesafa dîtinê pir kêm bûye û ji ber wê jî ajokaran gelek demên zehmet jiyan kirine.

Li Kanosh a ser bi herêma Millard a Utahê di rêya di navbera eyaletan de bahoza xîzê ya bi bandor destpê kir û gelek 20 wesayîtan bi awayekî zincîrî li hev dan.

Di bûyerê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, herwaha hin ji wan giran gelek kes jî birîndar bûn.

Hat ragehandin, birîndar ji cîhê bûyerê bi rêya esmanî û erdî ve bi ambulansan gehandine nexwaşxanan.

Serepeyv