Li Nîjeryayê ji ber lehiyê 15 kesan jiyana xwe ji dest da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i327894-li_nîjeryayê_ji_ber_lehiyê_15_kesan_jiyana_xwe_ji_dest_da
Li eyaleta Kano ya Nîjeryayê ji ber barîna baranên tund yên duh lehî rabûn û 15 kesan jiyana xwe ji dest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 27, 2021 17:19 Asia/Tehran
  • Li Nîjeryayê ji ber lehiyê 15 kesan jiyana xwe ji dest da

Li eyaleta Kano ya Nîjeryayê ji ber barîna baranên tund yên duh lehî rabûn û 15 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeya di çapemeniya Nîjeryayê de cîh girtiye, Muxtarê gundê Doguwa Alhaji Yusif Umar ragehandiye, li gundê Doguwa yê ser bi eyaleta Kano, ji 23yê Tîrmehê ve barîna baranên tund bûye sedema lehiyan.

Umar ragehand di karesatê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane û glek kes jî birîndar bûne û ji gelek kesan jî ti agahî nayê standin, vêca muhtemel e jimara miriyan zêde bibe.

Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgar kirinê destpê kirine û ji ber lehiyê gelek malan jî ziyan dîtine.