Li Kenyayê tankerekî petrolê de şewat derket û teqiya: 13 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i327714-li_kenyayê_tankerekî_petrolê_de_şewat_derket_û_teqiya_13_kes_mirin
Li rojavayê Kenyayê tankerekî petrolê qulibî û agir girtê û teqiya. Di encama bûyerê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 19, 2021 05:13 Asia/Tehran
  • Li Kenyayê tankerekî petrolê de şewat derket û teqiya: 13 kes mirin

Li rojavayê Kenyayê tankerekî petrolê qulibî û agir girtê û teqiya. Di encama bûyerê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Duh li navçeya Siaya ya Kenyayê bûyer pêkhat û di wê bûyerê de tankera petrolê di nava rê de qulibî û piştre jî şewat tê de derket û teqiya. Di bûyerê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Rayedaran jî ragehand, di bûyerê de 12 kesan li cîhê bûyerê jiyana xwe ji dest dane, kesekî giran birîndar jî piştî rakirine nexwaşxaneyê li nexwaşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.