Tîrmeh 16, 2021 17:37 Asia/Tehran
  •  Hejmara qurbaniyên lehiya Almanyayê gihişt 81 kesan

Ji ber barîna baranê, li çend welatên Ewropayê lehî rabûn û 81 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. a

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Ji ber barîna baranê, li çend welatên Ewropayê lehî rabûn û 81 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî di nav lehiyê de winda bûne, ku di dîroka Ewropayê de weke lehiya herî xirab tê dîtin.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ragihand; tirsa wan ew e ku di çend rojên bê de wêneya temamê karesatê bi çavên xwe bibînin.

Hejmara miriyên ji ber lehiyê li Almanyayê gihîşt 81 kesan, heta niha hejmareke mezin ji welatiyan windan e, li herêmên Vestfalya û Rhineland lehiyên mezin rabûne û zirareke mezin derketiye.

Li herêma Rhineland heta niha 1300 kes winda ne, desthilatdarên wê herêmê ragihandine ku ev hejmara mezin a windabûna xelkê, metirsîdar e. Herwiha zirareke mezin gihiştiye torên telefonê.

Li Almanyayê 1000 serbaz ji bo alîkarî û rizgarkirina xelkê hatine amadekirin.

Herwiha li Belçîkayê jî 12 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî winda bûne.

Serepeyv