Tîrmeh 15, 2021 09:31 Asia/Tehran
  • Bush: Derketina NATO ji Efxanistanê xeletiyek mezin e

Serokomarê berê yê Amerîkayê George W. Bush îdia kir ku vekişîna NATOyê ji Efganistanê şaşiyeke mezin e û xelkê Efxanistanê bi tenê hatin hiştin, da ku çekdarên Talîban wan bikujin.

George W. Bush diyar kir ku şaşî di wê yekê de ye ku keç û jinên Efxanî dê rastî êş û janê werin û ji aliyê çekdarên Talîban ve werin kuştin.

Di payîza 2001ê de piştî êrîşên 11ê Îlonê, bi biryara George W. Bush, hêzên amerîkî û NATOyê bo Efxanistanê hatin şandin. Li ser vekişîna hêzên navdewletî ji Efxanistanê, Bush dibêje: “Angela Merkel jî weke min difikire.”

Di meha Sibata îsal de Amerîka û Talîban rêkeftinek îmze kirin. Li gor rêkeftinê Talîban soz daye ku êrîş neke ser artêşa Amerîkayê û rê li ber cîhadiyên El Qaîdeyê û DAIŞê li Efxanistanê bigire ku êrişî welatên din nekin. Li hember vê yekê, Amerîkayê artêşa xwe vekişand, tevî wê NATO jî ji Efxanistanê vekişiya, piraniya bajar û bajarokên Efxanistanê ji aliyê çekdarên Talîbanê ve hatin kontrolkirin, rewşa herêmê aloz bû.

Serepeyv