Tîrmeh 13, 2021 19:55 Asia/Tehran
  • Li Hindîstanê ji ber brûskê li wan da 38 kes mirin

Li Hindîstanê ji ber lêketina brûskê li wan, herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest da. Kesên ku brûskê li wan daye û jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, dê ji malbatên wan re tazminat bê dayîn.

Rayedarên polîs ragehandin li eyaletên Racastan û Uttar Pradeşê ji ber brûskê li wan daye 38 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarê polîs Anand Srivastava ragehand, keleya Amber a nêzîkî eyaleta Racastanê dema 11 kesan xwestiyê wêne bigrin brûskê li wan daye û jiyana xwe ji dest dane.

Herwaha li eyaleta Srivastava jî ji ber brûskê li wan daye 9 kesên din jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve li eyaleta Uttar Pradeş jî barîna baranên Muson û lêdan brûskê pir bi bandor e û ji ber wê jî 18 kesên din jiyana xwe ji dest dane.

Rayedaran ragehand, ji ber brûskê li wan daye û kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, dê ji malbatên wan û mirovên wan re tazmînat bê dayîn.

Serepeyv