Li Nîjeryayê di êrîşên çekdarî de 9 kes hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i327610-li_nîjeryayê_di_êrîşên_çekdarî_de_9_kes_hatin_kuştin
Li eyaleta Kaduna ya Nîjeryayê di êrîşên çekdarî de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 13, 2021 13:45 Asia/Tehran
  • Li Nîjeryayê di êrîşên çekdarî de 9 kes hatin kuştin

Li eyaleta Kaduna ya Nîjeryayê di êrîşên çekdarî de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji aliyê kesên nasnama wan nediyar ên çekdar ve li herêmên Makarau û Jankasa yên ser bi eyaleta Kaduna êrîşên çekdarî pêkhatin û di êrîşan de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Serokê dewletê Muhemed Buharî ragehand, li welatê wan ji ber bûyerên tundiyê wek êrîşkar famdikin pêwîste bi wî zimanî bersiv ji wan re bê dayîn û bang li artêşê kir wan kesane biperçiqîne.

Li Nîjeryayê demên dawiyê de ji ber kesên çekdar bi motosîkletan êrîş pêkdianîn li hin eyaletan bikaranîna motosîkletan hatibû qedexe kirin.

Li herêmê di navbera ajaldarên qebîleyên Fulanî û qebîleyên cotkar de pevçûnên tund pêktên.