Tîrmeh 10, 2021 01:26 Asia/Tehran
  • Talîbanê dest danî ser deriyekî sînorî

Koma Talîban ku demeke êrîşên xwe li dijî Hêzên Hikûmeta Efxanistanê tundtir kirine ragihand wan dest daniye ser deriyê Torgindî yê sinorî li gel Tirkmanistanê.

Berdevkê Talîban Zebîhallah Mucahîd ragihand ku wan bi temamî dest danî ser wê deriyê sinorî yê di navbera Efxanistanê û Tirkmenistanê de ye.

Ji aliyekî din ve berdevkê Wezareta Efxanistanê Tariq Eryan got ku wan hêzên xwe yên emnî bi awayekî demkî ji wî deriyî vekişandine û ew niha hewl didin carekek din wî deriyî ji destê Talîban derxin. Talîban dibêje ku heta niha wan dest daniye ser ji sedî 80 xaka Efxanistanê.

Rûsya ji aliyekî din ve hişyarî da Talîban sînorê xwe derbas bikin û ragihand ku li nêzîkî sînorê wan ew ê rê li pêşiya her êrîşekê bigrin. Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku Talîban dest daniye ser ji sê du navçeya sînorî ya di navbera Efxnistan û Tacikistanê de.

Berî niha Talîban ragihandibû ku wan dest daniye ser deriyekî sinorî li gel Îranê jî, herwiha berpirsên hikûmeta Efxanistanê tekez kir ku Talîban Pêncşema borî dest danî ser navçeyekê li Rojavayê Efxanistanê, li nêzîkî sînorê Îranê ku deriyekî sereke ye.

Hefteya borî Talîban êrîşeke berfireh bir ser gelek navçeyên Efxanistanê li nêzîkî sînorê li gel 5 welatan, yên wek Îran, Tacikistan, Tirkmanistan, Çîn û Pakistanê.

Hefteya borî hêzên NATOyê leşkerên xwe ji binkeya Bagramê ya esmanî vekşand, li Kabula paytexta Efxanistanê, piştî mana 20 salan li wir, ev yek jî piştî biryara serokê Amerîka Joe Biden hat ku ragihandibû ew ê hemû leşkerên xwe ku hejmara wan di navbera 2500 – 3000 leşkeran de ye, ji Efxanistanê vekşînin, ligel 7 hezar leşkerên NATOyê. Bi vî awayî rê bo Talîban hat vekirin êrşîşan zêde bike li ser Hêzên Efxanistanê û piraniya navçeyên wî welatî kontrol bike.

Serepeyv