Li Hindistanê ji bo hezaran kesan vaksîna vîrusa koronayê ya sexte hat bikaranîn
Tîrmeh 08, 2021 00:08 Asia/Tehran
Li Hindistanê di çarçoveya helmeta vaksîna dijî vîrusa koronayê de ji bo bi hezaran kesan di cîha vaksîna vîrusa koronayê de aşkera bûye ava bi xwê hatiye bikaranîn.
Di şewba vîrusa koronayê de ji welatên herî zêde bandor bûyî yek ji wan jî Hindistane û naha jî Hindistan bi vaksîna ava bixwe ve ketiye rojeva cîhanê.
Aşkera bû ku li Hindistanê ji bo bi hezaran kesan di cîha vaksîna Covid – 19ê ava bi xwê hatiye bikaranîn.
Rayedarê polîsê Mumbai Vishal Tahkur ragehand, li bajar herî kêm 12 gerên vaksînê bi wî awayî hatine kirin.
Herwaha got, derbarê bûyerê de bijîşk û karmendên tenduristiyê jî di nav de 14 kes hatine girtin û dibe ku ew hejmar zêde bibe.
Hat ragehandin ên ku ew kare kirine herî kêm 28 hezar dolar dahat bidest xistine.