Li Japonyayê ji ber hezaz û şimitîna erd 20 kes winda bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i327410-li_japonyayê_ji_ber_hezaz_û_şimitîna_erd_20_kes_winda_bûn
Li bajarê Atamî yê Japonyayê ji ber ku erd şimitî û hezaz pêkhat herî kêm 20 kes winda bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 03, 2021 16:50 Asia/Tehran
  • Li Japonyayê ji ber hezaz û şimitîna erd 20 kes winda bûn

Li bajarê Atamî yê Japonyayê ji ber ku erd şimitî û hezaz pêkhat herî kêm 20 kes winda bûn.

Li gor nûçeya weşana giştî ya NHK ya Japonyayê ji ber barîna baranên tund li bajarê Atamî hezaz pêkhatiye û herî kêm 20 kes winda bûne.

Barîna baranên tund li Japonyayê di destpêka vê heftiyê ve bi bandor bûn û rayedaran ragehand, li bajarê Atamî ji ber hezazê 20 kes winda bûne û xebatên lêgerîn û rizgar kirinê li cîhê hezaz lê pêkhatiye berdewam dikin.

Piştî hezazê li bajarê Atamî rayedaran ji bo 20 hezar malan biryara ji malên xwe derketinê derxistin.