Hezîran 21, 2021 16:41 Asia/Tehran
  • Borêl: Vejiyandina Peymana Navokî mijara herî girîng a Yekîtiya Ewropayê ye

Berpirsê Siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê bêyî amajeya bi rola sersar a vê yekîtiyê di pêşdabirina armancên Peymana Navokî, vejiyandina wê wek mijara herî girîng da zanîn.

Berpirsê Siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê bêyî amajeya bi rola sersar a vê yekîtiyê di pêşdabirina armancên Peymana Navokî, vejiyandina wê wek mijara herî girîng da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Cozêp Borêl (Josep Borrell), Berpirsê Siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê roja Duşemiyê di bereberê civîna wezîrê derve yên Yekîtiya Ewropayê derbarê dawîn rewşa gotûbêjên Viyenê, got: Bidestxistina lihevkirina dawîên derbarê vejiyandina Peymana Navokî dijwar e, lê gotûbêj didomin.

Berpirsê Siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê tevî berçavnegirtina derketina neqanûnî ya Amerîkayê ji Peymana Navokî (8ê Gulana 2018an) û astengîderxistina hin şirîkên ewropî derbarê vê peymanê, hêvîdarî kir ku guhertina serokomartiya Îranê bandora nerênî li ser pêvajoya bidestxistina lihevkirina vejiyandina Peymana Navokî daneyîne.

Pêştir Seîd Xetîbzade, Berdevkê Weareta derve ya Îranê gotibû ku gotûbêjên Viyenê tu têkiliyek bi encamên hilbijartinê û alûgorên navxweyî yên Îranê tune.

 

Serepeyv