Hezîran 21, 2021 13:44 Asia/Tehran
  • Partiya Paşînyan di hilbijartinên Ermenistanê de bi ser ket

Partiya Girêbesta Sivîl ku Nîkol Paşînyan serokatiya wê dike, di hilbijartinên pêşwext ên Ermenistanê de bi ser ket.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Komîsyona Hilbijartinan a Ermenistanê ragihand, Partiya Girêbesta Sivîl ku berî niha jî zêdetirîn kursiyên wê hebûn li parlamentoyê, ji %53.9ê dengan bi dest xistin û Hevpeymaniya Ermenistanê ya bi serokatiya Robert Koçeryan jî ji %21ê dengan wergirt.

Berî ragihandina encamên hilbijartinê bi fermî, Nîkol Paşînyan xwe wek serkeftiyê hilbijartinan ragihand û şeva derbasbûyî bi pele daxwaz ji alîgirên xwe kir li meydana Êrîvana paytext kom bibin û serkeftinê pîroz bikin.

Paşînyan got, “Her wk ku dihat pêşbînîkirin, Ermeniyan ev hilbijartin birin. Dixwazim spasiya hemû Ermeniyan bikim û careke din xwe bo xwe bicemînim. Me demên zehmet derbas kirin, niha dema pêşkeftinê ye.”

Nîkol Paşînyan amaje bi wê kir ku gelê Ermenistanê careke din bi dengên xwe desthilat daye Partiya Girêbesta Sivîl ku rêberiya welat bike û desthilat jî dane min ku wek serokwezîr berdewam bim.

Ji nêzikî 2.6 milyon Ermeniyan ku mafê dengdanê hebûn, zêdetir ji milyonek û 300 hezar kes beşdarî hilbijartinan bûn.

Ev yekem hilbijartina Ermenistanê ye ku piştî şerê li gel Komara Azerbaycanê pêk tê ku Ermenistanê beşek ji xaka Nagorno-Qerebax ji dest dabû.

Ji ber wî şerî û binketina Ermenistanê, xwepêşandanên mezin li wî welatî birêve çûn û her ji ber wê rewşa awarte jî Nîkol Paşînyan ku serokwezîr bû, 25ê Nîsana îsal di bin guvaşeke zêde de dest ji kar kişand  û biryara encamdana hilbijartinên pêşwext ragihand.

Di vê hilbijartina pêşwext de Robert Koçeryanê 66 salî ku di navbera salên 1998 ta 2008 serokê Ermenistanê de bû, rikeberê herî sereke yê Nîkol Paşînyanê 46 salî bû.

 

 

Serepeyv