Li Pakistanê di bûyereke hatûçûnê de 23 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i326959-li_pakistanê_di_bûyereke_hatûçûnê_de_23_kes_mirin
Li eyaleta Beluçîstanê ya Pakistanê otobûseke rêwiyan ji ber leza zêde qulibî û di encamê de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetir ji 30 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2021 17:31 Asia/Tehran
  • Li Pakistanê di bûyereke hatûçûnê de 23 kes mirin

Li eyaleta Beluçîstanê ya Pakistanê otobûseke rêwiyan ji ber leza zêde qulibî û di encamê de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetir ji 30 kes jî birîndar bûn.

Li gor çapemeniya herêmî rayedaran ragehand, li herêma Kuzdar a eyaleta Beluçîstanê otobûseke rêwiyan ji ber leza zêde nekarî çepê bizivre û qulibî.

Rayedaran ragehandin di bûyerê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetir ji 30 kesan jî birîndar bûne.

Hat ragehandin zêdetir ji şiyana otobûsê rêwî di otobûsê de hebûne û heta li ser ban jî hin kes siwar bûbûn.

Hat ragehandin gelek tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û tîmên tenduristiyê çûne cîhê bûyerê.