Hezîran 11, 2021 00:46 Asia/Tehran
  • Li Hindîstanê ji ber barîna baranên Muson avahiyekî 3 tebeq hilweşiya û 11 kes mirin

Li Hindîstanê ji ber bi bandorbûna baranên Muson li bajarê Mumbai avahiyekî 3 tebeq hilweşiya û 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.

Li gor polîsê Mumbaî ragehandiya li herêmê baranên Muson ên bi bandor avahiyekî 3 tebeq hilweşiyaye û xebat ji bo rizgar kirina kesên di bin xirbeyan de mane berdewam dikin.

Herwaha hat ragehandin ji bin xirbeyan termê 11 kesan hatine derxistin û 7 kes jî bi birîndarî rakirine nexwaşxaneyan.

Rayedaran ragehand, dibe ku di bin xirbeyan de hin kesên din jî mabin, ji ber wê jî xebatên lêgerînê berdewam dikin.  

Serepeyv