Li Amerîkayê balefirekî leşkerî ket û balefirvan jiyana xwe ji dest da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i326576-li_amerîkayê_balefirekî_leşkerî_ket_û_balefirvan_jiyana_xwe_ji_dest_da
Li eyaleta Nevada ya Amerîkayê, balefira leşkerî ya ji binkeyê Nellis a Hêzên Esmanî rabû ji ber sedemekî nayê zanîn ket û di bûyerê de balefirvan jiyana xwe ji dest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 25, 2021 19:46 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê balefirekî leşkerî ket û balefirvan jiyana xwe ji dest da

Li eyaleta Nevada ya Amerîkayê, balefira leşkerî ya ji binkeyê Nellis a Hêzên Esmanî rabû ji ber sedemekî nayê zanîn ket û di bûyerê de balefirvan jiyana xwe ji dest da.

Li gor daxuyaniya Hêzên Esmanî ya Nellisê ya nivîskî, hatiye ragehandin ku balefirvanê bi peyman ê ser bi şîrketekî navenda wê Florîda ya Draken US û navê wî nehatî aşkera kirin di bûyerê de jiyana xwe ji dest daye.

Daxuyaniyê de hat gotin, duayên me fikrên me di vê bûyerê de kesên jê bandor bûne û bi wê malbatan re ne. ji bo vê dema zehmet de alîkar bibin tişta ji dest me tê em hemûyê dikin û rayedarên federal, yên eyaletê û rayedarên xwecihî re em nêzîk de kar dikin. Herwaha şîrketa Draken Us ji bo ku tespît bike çi tiştek bûye sedemê vê bûyerê bi saziyên lêpirsînê re hewkariyê dike.