May 21, 2021 22:28 Asia/Tehran
  •  Macron di mijara ‘Tirkiye’ de careke din rexne li NATO’yê kir

Serokkomarê Fransayê Emannuel Macron, carekî din rexne li Tirkiye ya ku bi serê xwe tevdigerê kir û daxwaz ji NATO’yê kir ku ‘hê zêdetir di nava wekheviyê de’ be.

Berî civîna NATO ku wê 14’ê Hezîranê pêk were, Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di serdana Parîsê de ji aliyê Serokkomarê Fransa Emannuel Macron ve hate pêşwazîkirin.

Macron ê piştî civînê li Qesra Elysée daxuyaniyek da û got: “Piştevaniya di nava mutefîqan de, ne tenê peyveke ku xwedî awayê geometrîk ê tê guherîn e. Li hemberî hev erk û berpirsyarî îfade dike. Rêzgirtina li pîvanên helwestên vekirî û li gorî hiqûqa naventeweyî ya mutefîqan îfade dike.”

Macron wiha domand: “Ev jî divê ne li dijî berjewendiyên îtifaqên din û berjewendiyên neteweyî bin.”bal kişand ser helwesta dewleta Tirkiyê ya  ‘newekheviya li ser sîstema biçekirinê û mijara Sûriye, Lîbya, deryaya Spî û Qafqasan’ a salên dawî.

Berî niha jî Macron têkildarî êrişên Tirkiye û rola NATO’yê rexne kiribû.

Serepeyv