May 15, 2021 13:05 Asia/Tehran
  • 15ê Gulanê; Roja rêzgirtina li Zimanê Kurdî

Îro 15ê Gulanê Roja rêzgirtina li Zimanê Kurdî ye

Îro 15ê Gulanê, bi boneya salvegera weşandina yekemîn kovara kurdî ya bi navê Hawarê di 15ê Gulana 1932an va ji aliyê Celadet Elî Bedirxan, damezirînerê alfabe û rênivîsa kurdî wek oja rêzgirtina li Zimanê Kurdî hatiye binavkirin.

Kovara Hawarê cara yekem roja Yekşemiyê 15ê Gulana 1932an li bajarê Şamê hat weşandin.

Zimanê Kovarê bi kurdiya kurmancî bû û weşandina wê heta sala 1943 an hat domandin û heta wê demê 57 hejmar ji vê kovarê derketin.

Di yekemîn hejmara vê kovarê da hatiye: "Hawar dengê agahiyê ye. Agahî xwenasîn e. Xwenasîn riya bextewariyê li ber me vedike. Kesê ku xwe nas bike, dê bikare xwe bi kesên din ra bide nasandin. Hawara me beriya her tiştî, dê hebûna zimanê me bide nasandin. Ji ber ku ziman şerta sereke ya hebûna me ye."

Nivîskar û romannivîsê kurd, Firat Cewerî sala 1998an tevahiya hejmarên vê kovarê kom kirin û di çend cildan da ji aliyê weşana Nûdemê weşûandin.

Em vê rojê li tevahiya kurdîaxêvan pîroz dikin.

 

Serepeyv