Êrişa çekdarî li dibistaneke Rûsyayê bû sedema mirina 11 kesan
Li dibistaneke bajarê Qazanê yê Rûsyayê, êrişeke çekdarî pêk hat, herî kêm 11 kesan jiyan xwe ji dest da. Her wiha ji kesên êrişkar yek hate girtin û yek jî hate kuştin.
Li Rûsyayê ji sala 2018'an û vir ve êrişa herî giran a li dibistanekê qewimî. Li vî welatî ku kontrola li ser çekan gelekî xurt e, dramên bi vî rengî kêmcaran rû didin.
Li gel vê yekê bûyerên tundiyê yên ku xwendekar di nav de, zêde bûn.
Êrişa dawî li paytexta Komara Tataristanê Qazanê pêk hat ku ser bi Federasyona Rûsyayê ye û şêniyên wê misilman e. Li gorî ajansên TASS û Ria Novosti, tîmên alîkariya lezgîn ragihandin ku li Qazanê 9 jê xwendekar 11 kes hatine kuştin. TASS'ê diyar kir ku 32 kes jî birîndar bûne.
Çavkaniyekî ji tîmên alîkariyê ji Ria Novosti re axivî û got, "Hêzên ewlekariyê xurtek girt ku ji êrişê berpirsyar e. " Hate ragihandin ku gumanbar 19 salî ye. Rêveberê Komara Tataristanê Rustem Minnihanov ji televîzyona cemaweriyê re axivî û got, "Destûrnama wî ya ji bo çekê hebû."