May 09, 2021 09:34 Asia/Tehran
  • Dîplomatê ûris: Bila Amerîka vegere Lihevkirina Navokî

Nûnerê Rûsiyê li saziyên navneteweyî li Viyenê destnîşan kkir ku Amerîka jibo vegeriyana bo Peymana navokî ya tev Îranê, divê bi tamî vegere sozên xwe yên di vê peymanê da.

Li gorî Fars Newsê, Mîxaîl Uliyanov, Nûnerê Rûsiyê li saziyên navneteweyî li Viyena Otrîşê êvara Şemiyê di twitterê da tevî amajeya bi derketina sê salan berê ya Ameîrkayê ji Peymana Navokî, nivîsî: Sê salan berê di rojeke wiha da Amerîka ji Peymana Navokî derket û siyaseta zexta herîpirr dest pê kir. Ev kar bû sebeba lawazkirina Peymana Navokî, pêşketina bernameya navokî ya Îranê û xedarbûna rewşê li Kendava Farsê. Têkçûneke serşûrî! Aniha ihtimala vegeriyana Amerîkayê bo Peymana Navokî di rojeva gotûbêjên Viyenê da ye.

 

 

Serepeyv