Di encama pêketina agir li nexwaşxana pêketiyên koronayê de ya li Hindistanê 18 kes mirin
May 02, 2021 09:50 Asia/Tehran
Duh li Hindîstanê di nexwaşxaneyeke pêketiyên vîrusa koronayê têde dihatin derman kirin de şewat derket û di şewatê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hindîstana ku di tekoşîna hember vîrusa koronayê de rojên zehmet derbas dibe, di nexwaşxana pêketiyên vîrusa koronayê lê dihatin derman kirin de şewat derket.
Li eyaleta Gujaratê ya li rojavayê welat, di jêrzemîna nexwaşxaneyekê de şewat destpê kir û demeke kurt de li hemû avahiyê belav bû.
Hat ragehandin ku di şewatê de 18 nexwaşên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan û 31 nexwaş jî ji aliyê karmendên nexwaşxanê û tîmên agirkuj ve hatin rizgar kirin.