Firrîna dîrokî ya helîkoptera NASAyê li asimanê Behramê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i325732-firrîna_dîrokî_ya_helîkoptera_nasayê_li_asimanê_behramê
Helîkoptereke NASAyê bi navê Jîrtiyê (Ingenuity) îro karî bi awayekî serketî yekem firrîna xwe ya ceribandinê li asimanê Behramê (Mars) pêk bîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2021 15:05 Asia/Tehran
  • Firrîna dîrokî ya helîkoptera NASAyê li asimanê Behramê

Helîkoptereke NASAyê bi navê Jîrtiyê (Ingenuity) îro karî bi awayekî serketî yekem firrîna xwe ya ceribandinê li asimanê Behramê (Mars) pêk bîne.

Li gorî rapora Rojnameya New York Times'ê, Firrîna Jîrtiyê (Ingenuity) li ser gerestêrka Behramê bi hêsanî ne pêkan e; Ji ber ku çegaliya asiamnê vê gerestêrkê beranberî sedî 1 ji atmosfera erdî ye û hereketa perikên rotora vê helîkoperê divê gelekî bileztir ji geriyana wan li atmosfera erdî be.

Mîmî Ang (MiMi Aung) rêveberê projeya Jîrtiyê di vî warî da got: Dibê qey em gişt li asimanê Behramê firriyan.

Biryar e ku Jîrtî bi giştî pênc memûriyetên firrîna li ser Behramê pêk bîne û piştî wê ceribandina vê helîkopterê bi dawî dibe.

Jîrtî (Ingenuity) yekem amûr e ku di gerestêrkeka din da firriye û ji ber vê yekê NASAyê ev bûye şibihandiye kêliya firrîna Birayên Rayt li asimanê erdî.