Nîsan 16, 2021 22:54 Asia/Tehran
  • Aloziya li rojhilatê Ukraynayê berdewam e

Serbazên Rûsî li navçeya Voronêzî ya Rûsyayê li nêzîkî sînorê Ukraynayê bicih bûne ku ji çend hefteyên borî ve, pevçûn di navbera artêşa Ukrayna û cudaxwazan de zêde bûne. Ukrayna ji dûbarebûna senaryoya 2014an ditirse.

Ev derê jî, herêma Donitisk a Ukraînayê ye li wî aliyê sînor ku ji aliyê cudaxwazên nêzîkî Rûsyayê hatiye kontrolkirin.

Ukrayna dibêje, Rûsya 41 hezar serbaz li nêzîkî sînorê rojhilat di navbera wan herdû welatan de bicîh kirine û 42 hezar serbazên din jî birine nîvgirava Kirîmyayê. Xelkê navçê ji wê yekê ditirisin ku şerekî mezin biqewime.

Wezîrê Derve yê Ukraynayê dibêje, berpirsên Moskowê bi zelalî dibêjin ku dixwazin Ukraînayê jinav bibin.

Kîev ji wê yekê ditirse, ku Moskow li herêmên Loganisk, Donbas û Donêtsk heman senaryoya 2014ê bike, dema ku Kirîmya kontrol kir û piştre jî wek beşekî ji axa Rûsyayê nasand.

Di vê civîna wezîrên derve yên welatên Baltîkê de, Ukranayê daxwaza piştîvaniya welatên Rojava kir.

Rûsya red dike ku hêzên wê gef bin li ser Ukraynayê û dibêje, ji bo armanca rahênana serbazî ew li wê derê bicîh kirine.

Amerîka û endamên NATO bi yekdengî dijî vê pêngava Rûsyayê piştîvaniya xwe bo Ukraynayê tekez dikin.

Biryar e di siberojê de Ukrayna û NATO manovreke serbazî hevbeş bikin û Rûsya jî hişyariyê dide Amerîkayê û welatên Ewropayê yên nav hevpeyaniyê ku hêzê bo Ukraynayê neşînin daku alozî zêdetir nebin.

Serepeyv