Nîsan 15, 2021 12:43 Asia/Tehran
  •  Helahelaya Amerîkayê derbarê biryara Îranê jibo meyandina sedî 60 a Uraniyûmê

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi axaftineke bi helahela û berçavnegirtina hokar û berpirsa xerabkariya terorîstî li navenda navokî ya Netenzê, biryara lihembersekinên ya Îranê jibo meyandina sedî 60 a Uraniyûpmê wek handêr da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Antonî Blînken, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê di civîna nûçeyî ya hevpar tev Yêns Stûlênbêrg Sekreterê giştî yê NATO'yê û Loîd Astîn Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê li Brûkselê da ev yek di bersiva pirsekê da got.

Wî îdia kir: Em kiryara handêr a zengînkirina sedî 60 a Uraniyûmê gelekî ciddî dibînin û Koma 5+1ê divê di redkirina vî karî da yekgirtî be. Ev pêngav cidîbûna Îranê derbarê gotûbêjên  navokî dixe bin pirsê û ev girîng e ku vegeriyana Îranê bo cihanîna sozên li gorî Peymana Navokî çawa ye.

 

Serepeyv