Nîsan 10, 2021 14:47 Asia/Tehran
  • Amara bêmînak a Koronayê li Hindîstanê: Di rojekê de 145 hezar û 384 kes pê ketin

Li Hindîstanê ji destpêka şewba Korona heta niha ku roja 30ê Çileya 2020ê de yekem pêketina Koronayê liu vî welatî hate destnîşan kirin, eva yekem car e ku di 24 saetan de hejmarek ewqas mezin pêketiyên vîrusa koronayê hatibin tomar kirin.

Li gor wezareta tenduristiya Hindîstanê ragehandiye, di 24 saetên borî de 145 hezar û 384 pêketinên nû hatine destnîşan kirin û bi giştî jî hejmara pêketinên vîrusa koronayê li Hindîstanê geheştiye 13 milyon û 205 hezar û 926 kesan.

Hat ragehandin di 24 saetên borî de 794 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara pêketiyên jiyana xwe ji dest dane li wî welatî geheştiye 168 hezar û 436 kesan.

Li gor wezareta tenduristiya Hindîstanê heta naha 11 milyon û 990 hezar û 859 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.  

Serepeyv