Nîsan 05, 2021 17:17 Asia/Tehran
  • Efganîstan: Di operayonên li dijî Talîbanê de 75 çekdar hatin kuştin

Wezareta berevaniya Efganîstanê ragehand, Di encama operasyonên li dijî rêxistina Talîbanê de li bajarê Qendeharê 75 çekdar hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Efganîstanê, li herêma Arghandab a ser bi Qendharê a li başûrê Efganîstanê, li hember Talîbanê operasyoneke berfireh hatiye pêkanîn.

Li gor heman daxuyaniyê kontrola wê herêmê ketiye destê hêzên hikûmeta Efganistanê û 75 çekdarên Talîbanê jî hatine kuştin.

Herwaha hat ragehandin li herêmên Zabul, Kuner, Nengerhar û Tekxarê jî li hember rêxistina Talîbanê operasyonên paqijkirinê tên birêve birin û bi dehan çekdar jî hatine bê bandor kirin.

Li gor berpirsê ewlehiya Qendeharê jî ragehandiye di nav wan kesên hatine kuştin de fermandarên giring ên Talîbanê jî hene.

Berdevkê Koma Talîbanê Zabuhullah Mucahîd jî ragehand, li herêma Pence Çinar a ser bi paytext Kabulê bi wesayîtên bombebarkirî ve êrîş pêkanîne ku di encamê de 45 leşker hatine kuştin û birîndar bûne. Wî herwaha ragehand, gelek wesayîtên hêzên ewlehiyê jî têkşikandine.

Serepeyv