Nîsan 05, 2021 16:11 Asia/Tehran
  • Çavdêriya Hûr li Parîsê: Pêketiyên bi Koronayê ewqas zêde bûne ku cihê vala nemaye

Beşa Çavdêriya Hûr a Nexweşxana Antony a Taybet li Parîsê ragihand ku pêketiyên bi Koronayê ewqas zêde bûne, êdî cihê vala nemaye. Ev mînakek e ji çendîn nexweşxanên din ên Fransayê ku ji ber bilindbûna rêjeya pêketina bi Koronayê êdî nexweşan wernagirin.

Jean-Pierre Deyme, Pizîşkê Çavdêriya Hûr, dibêje, “Nexweşxana me tijî bûye, cihek vala dibe, bê direngî tê girtin. Her tim guşar li ser me ye. Li vê derê naxwazim gotina pêlê bikar bînim, ez dibêjim lehî. Hino hino diqewime, berevajiya meha Adarê ku nîvê me ketin bin avê, vê carê em bitûm binav dibin.”

Li Fransayê hejmara wan nexweşên ku ji ber vîrûsa Koronayê di beşên çavdêriya hûr de hatine razandin, gehiştiye 5 hezar û 341 kesan. Yên ku li beşa çavdêriya hûr in wate metirsiyeke ciddî li ser tendirûstiya wan heye. Hikûmeta Fransayê sêyem qedexeya hatûçûnê ya sînordar ragihandiye, heta çar hefteyên din dibistan û ew cihên ku nezerûrî ne girtî dimînin.

Serokomarê Fransayê soz daye qeryoleyên beşên çavdêriya hûr zêde bikin, ji dema Korona derketiye li Fransayê nêzîka 100 hezar kes bi wê vîrûsê mirine, nêzîka 4 milyon û pêncsed hezar kes jî bi vîrûsa Coronayê ketine.

Niha li Fransayê nêzîkî 3 milyon kesan du doz vaksîn wergirtine, zêdeyî 8 milyonan jî tenê yek doz wergirtine.

Serepeyv