Zaxarova: hevkariyên aborî, mijara sereke ya sefera Lavrof bo Têhranê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i325333-zaxarova_hevkariyên_aborî_mijara_sereke_ya_sefera_lavrof_bo_têhranê_ye
Berdevka Wezareta derve ya Rûsiyê Pêncşemiyê bi şev ragihand: Hevkariyên aborî yên Têhran û Moskoyê mijara sereke ya gotûbêjên Sêrgêy Lavrov li Têhranê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2021 07:22 Asia/Tehran
  • Zaxarova: hevkariyên aborî, mijara sereke ya sefera Lavrof bo Têhranê ye

Berdevka Wezareta derve ya Rûsiyê Pêncşemiyê bi şev ragihand: Hevkariyên aborî yên Têhran û Moskoyê mijara sereke ya gotûbêjên Sêrgêy Lavrov li Têhranê ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Mariya Zaxarovayê bi gotina vêya ku Lavrov dê roja 13ê Nîsanê li ser vexwendina Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê bigihêje Têhranê, got: Çaverêtî heye ku du alî derbarê hin mijarên girîng ên navneteweyî ji wan Peymana Navokî ya digel Îranê jî biaxivin.

Berdevka Wezareta derve ya Rûsiyê got: Helbet rewşa Sûriye, Efganistan, Yemen, Kendava Farsê û navçeyê jî di civîna du aliyan da were vekolandin.