Nîsan 02, 2021 10:08 Asia/Tehran
  • Berdevka Wezareta karên derve ya Çînê: Piken li dû tu cûre warê bandorê an armancên xwehezane li rojavayê Asyayê nîne

Berdevka Wezareta karên derve ya Çînê roja Pêncşemiyê tevî şirovekirina peyama sefera Wang Yî wezîrê karên derve yê vî welatî bo Rojavayê Asyayê got: Piken bi tu awayî li dû bidestxistina armancên xwehezane, leşkerkêîşiya navçeyî an her cûre warê bandorê li navçeya rojavayê Asyayê nîne.

Li gorî rapora Fars Newsê, Hua Çûn Yîng, Berdevka Wezareta karên derve ya Çînê di çend twitan tevî pêgiirya li ser vê yekê ku Piken li dû ti cûre warê bandorê  li navçeya Rojavayê Asyayê nîne, got: Çîn pişta welatên navçeyê li hemberî zext û aloziyên derveyî her wiha parastina serxwebûn û peydakirina pergaleke civakî û modeleke hakimioyetê li gorî taybetmendiyan dike.

Berdevka Wezareta karên derve ya Çînê got: Piken dê alîkariya welatên navçeyê jibo derketina ji bin siya rikeberiya hêzxurtên mezin bike da ku nakokî û kêşeyên navçeyî bi xwe çareser bikin.

 

Serepeyv