Adar 29, 2021 19:58 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Ermenistanê Paşinyan biryar da dest jikar bikşîne

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan biryar da dest ji kar bikşîne û rê li ber hilbijartinên pêşwext xweş bike.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan ragihand ku ew dê rê li ber hilbijartinên pêşwext veke û di meha Nîsanê de dest ji kar bikşîne ji bo hilbijartin 20ê Hezîranê birêve biçin.

Ji ber axa ku di şerê Qerebaxê de ji dest dabûn, xelkê Ermenistanê daxwaza destjikarkişandinê li Paşinyan dikirin.

Paşînyan dê heta hilbijartinên 20ê Hezîranê karê serokwezîriyê birêve bibe.

Di şerê Qerebaxê yê di navbera 27ê Îlonê û 9ê Mijdarê de, Azerbaycan gelek axa ku di şerê sala 1990î de ji dest dabûn careke din vegerandin. Di wî şerî de zêdetirî 6 hezar kesan hatin kuştin û xelkê Ermenistanê bi rojan dakete kolanan û daxwaza destjikarkişandinê li Paşînyan kirin û ew weke berpirsê jidestdana axa Ermenistanê pênase kirin.

Serepeyv