Pentagonê gef li Koreya Bakur xwar; "Hema îşev em jibo şêrr amade ne"
Li pey gurrbûna devûjeniyên navbera Piyong Yang û Waşîngtonê, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bi peyameke bigef Koreya Bakur hişyar kir ku hêzên çekdar ên Amerîkayê hema îşev jibo şêrr amade ne.
Li pey gurrbûna devûjeniyên navbera Piyong Yang û Waşîngtonê, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bi peyameke bigef Koreya Bakur hişyar kir ku hêzên çekdar ên Amerîkayê hema îşev jibo şêrr amade ne.
Li gorî rapora New York Postê, Tevî hişyariyên li pey hev ên Koreya Bakur, hêzên çekdar ên Koreya Başûr û Amerîkayê piştî rawestaneke yeksalî ji ber belavbûna Koronayê, careke din şerezmûnên xwe dest pê kirin.
Lowîd Astîn, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Pêncşemiyê bi şev Koreya Bakur hişyar kir û got: "Teqez em jibo şêrr amade ne û em ê pêşketinan jibo veguhestin adawî ya kontrola operasiyonî ya dema şêrr bo fermandetiya hêzên hevedudanî yên pêşerojê di bin fermandetiya Komara Koreyê bidomînin."