Encûmena Asayîşa NYê: Divê hêzên biyanî ji Lîbya derkevin
Endamên Encûmena Asayîşa Netewên Yekbûyî (NY) bi yekdeng biryar dan ku divê hemû hêzên biyanî ‘’Bê ku paşbikeve axa Lîbyayê bicîh bihêlin.’’
Di daxuyaniya Encûmena Asayîşê de hat ragehandin: ‘’Encûmena Asayîşê daxwaz ji hemû aliyan dike ku bi temamî pêbend bin li gel rêkeftina agirbest û bicîh bînin û hemû welatên endamê NYê ne bên teşfîq kirin ku rêz li bicîhanîna wê rêkeftinê bigrin.’’
Encûmena Asayîşê heman demê de daxwaz kir pêbendî dorpêçên wê rêxistinê bin ku li dijî Lîbyayê hatine danîn.
AFPê li gor amarên NYê belav kir ku heta dawiya sala 2020ê nêzîkî 20 hezar hêzên biyanî çûne nav axa Lîbyayê û heta naha nêzîkî sê meh ji sala 2021ê derbas dibe hîn jî xwe ji wî welatî nekêşane.
Dewleta rewa ji aliyê NYê ve û hêzên alîgirê General Hefter ji meha cotmeha sala 2020ê ve agirbest ragehandin û yek ji benden rêkeftinê jî ew e di heyama sê meh de hemû hêzên leşkerî yên biyanî ji Lîbya derkevin.
Tirkiye ku alîgirê dewleta Lîbyayê ye ku niha beşek ji rojavayê wî welatî di bin kontrola Tirkiyê de ye, nîvê rojhilatê wî welatî jî ji aliyê General Hefter ve birêve diçe ku welatên Misir, Rûsya, Îmarat û Fransa piştevaniya wî dikin.