Adar 13, 2021 01:47 Asia/Tehran
  • Li bajarê Herata Efganistan, teqîna terorîstî

Teqîna otombîleke bombebarkirî bajarê Herat ê Efganistanê carek din hejand.

TOLOnews ragihand, ji ber teqîna otomobîlek bombebarkirî li nêzê noqteya polîsan a li herêma 14-an a polîsê Efganistanê li rojavayê bajarê Heratê bi kêmî ve du leşkerên Efgan û sê sivîlên Efgan birîndar bûn.

Ti kom û ti kesekî berpirsyariya vê êrîşê negirt ser xwe.

Deverên cûda yên Heratê her gav dibin şahidê teqîn û êrişên terorîstî.

Serepeyv