Adar 09, 2021 20:35 Asia/Tehran
  • Di encama rabûna lehiyê li Kongoyê de Çiyayê ku sedî 90ê wî zêr e hate der

Li gor Sputnik: Bi hezaran kes li quntara Çiyayê Luxî ya li başûrê Parêzgeha Kîevoyê rastî lehiyê hatin, lê ev lehî ji bo vî welatî bû sedema xêr û bereketê. Rojnamev radigihînin ku bi şûştina heriya ser çiyayê Luxî kevirên zêr ên vê çiyayê perdeya ser xwe avêt û xuya bû, kevirên ku ji sedî 60 heya 90 wan zêr e.

Hikumeta Kongoyê neçar ma ku ji bo qedexekirina derxistina zêr li vê çiyayê zêrîn tedbîrên awarte bistîne.

Hikûmetê di fermanekê de ji gişkan xwestiye ku bi lez terka çiyayê Luxî û dewdor û qonatê wê bikin, heta destûr daye karkerên derxistina zêr ku li herêmên hanê nemînin.

Kongo di cîhanê de yek ji welatên herî xizan û belenga e. Piraniya gelê vî welatî qet derman, ava saxlem û kişandî bi borînan û elektrîk tinen. Di heman demê de, heke em rezervên çavkaniyên wê binirxînin Kongo yek ji welatên herî dewlemend e.

Karbidestên vî welatî plan dikin ku kontrola metalên pirbiha ên vî welatî ji wan çiyayê zêrîn ê Luxî radestî xezîneya dewletê bikin.

Em Hêvîdar in eva ji gelê Kongoyê bibe sedema bextewariya wan ne ku ji wan re rojreşiyê bîne.(HQ)

 

Serepeyv