Adar 03, 2021 11:45 Asia/Tehran
  • Li ٍEfganistanê 3 rojnameger hatin kuştin

Li rojhilatê Efganistanê di encama êrişeke çekdarî de ya ji aliyê kesên nenas ve 3 rojnameger hatin kuştin.

Li gorî AFP’ê heta niha tu aliyekî êriş negirtiye ser xwe û nasnamên kuştiyan jî nehatine naskirin.

Roja duşemê yekê Adarê, Wezareta Parastinê ya Efganistanê ragihandibû ku bi kêmanî 30 endamên Tevgera Talîbanê hatine kuştin, di nav de 16 endamên Rêxistina El-Qaîdê ne.

Li dijî cih û nuqteyên ewlehî û leşkeriyê yên girêdayî artêşa Efganistanê êrişên rojane hene, ji wê zêdetir jî rojnameger û dadger tên armanckirin. Tevgera Talîbanê piranî kiryaran hildigire ser xwe.

Amerîka û Talîban hev du bi binpêkirina peymana aştiyê ya ku di Sibata 2020'î de li Duhayê îmze kiribûn, tawanbar dikin.

Serepeyv